1. rêzefîlmeke temendirêj e, 13 sezonên wê hene. du bira, piştî windabûna bavên xwe, dest bi lêgerîna wî dikin û ev gerîn wan dike nêçirvanên cinawirên derîxweza. |
|
20.09.2018 20:59 ~21:04 |
biruya hayao miyazaki
|
2. s01 b19 |
|
26.09.2018 19:51 ~19:52 |
biruya hayao miyazaki
|
3. s02 b04. ya rast, fînala sezona 1. di derekî xweş de xilas kiribûn, me got va mirin, lê mîrato çûn dîsa dean kirin ya mirinê. li vir wekî nîşana hezkirina bavî bi kar anîn û ew şeytan û bav danîn rûniştin heman maseyê. ne li bendê bûm, feqet dipirsim, ev hewce bû gelo? yanî, rûhê xwe firot şeytên û niha xweştir bû? drama drama drama... . sammy jî mîna drag queen e bêbavo. hema tu yê bibêji galile çewt e, li horta pergala kaînatê ne tav, lê sammy heye. temam emrneqûto, tu çi ji deanê reben dixwazî. hayyyy . "mirî divê mirî bimîne", ev du car in ji mirinê filîtî dean û niha vê peyvê dubare dike. ka ew ê çi bibe, em ê lê binerin. |
|
29.09.2018 09:38 ~09:42 |
biruya hayao miyazaki
|
4. s02 b07 |
|
30.09.2018 12:29 ~13:36 |
biruya hayao miyazaki
|
5. s02 b16: heta niha min gelek beşên ji aliyê senaryo ve serkeftî temaşe kir di vê rêzefîlmê de û xuya ye di nav 13 sezon de ez ê gelek ên din jî bibînim lê min xwest ev beş li vê derê qeyd bikim bi navê romantîzma xeyaletî. bi rastî jî dema çîroka molly mcnamara eşkere bû, çavên min bel bûn, giriyeke tenik bi wan hat û şewateke emirqût di pozê de peyde bûn, her wiha meraq û tirs ji xwe hebûn. ya rast ew e ku divê ev senaryo bibaya çîrokekî rastî ku bi min dê wêje ji wê hez kiribaya. bêçaretiya sammy û jixwebaweriya dean a ku rehetiya meriv xera dike, bi rastî jî pir xweş hatiye rêdan. temam ji bo dilgirêkiyeke mezin, tenê serê xwe beşek têrî nake, meriv dikare li vê beşê xe ji ber vê honandina qels feqet sehneya dawî ya kuştinê her tişt ji bîra temaşevan dibe ku ew hêsirka dean î hesinemirov û denqê teqîna sîleh ji hêla dramayê ve gelek serkeftî bû. belê giriyam. bi lerzelêv û xwezîdaqurtinê. |
|
04.10.2018 18:08 ~20:09 |
biruya hayao miyazaki
|
6. "xencera kurdan ku pelîdn dikujê." |
|
03.05.2023 20:27 |
horhorik
|
7. bi asayî dû werza pêncan ê biqedîyaya lê hengî jê hat hezkirin dewam kir heya 15yan. heya werza 5. tekûz bû û bi ya min bûya wê demê biqedîyaya çêtir bû. piştî werza 5. jî hin werzên xweş hebûn lê dîsa jî ne hêja ye mero darî 10 werzên dawîn bike. di beşa dawîn a werza 5. de sam dimire. zincîre jî dê wilo biqedîyaya lê di dawîya beşê de sam vegerîya û zincîre berdewam bû. |
|
04.05.2023 09:49 |
keyomerd
|
têkiliyên ensest [1] |
|
tirşik forûm [1] |
|
wunken [1] |
|
bugs bunny [1] |
|
xwarzî [1] |